Li Nîjeryayê operasyon kirin ser tesîsên petrola qaçax û 42 tesîsan girtin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Nîjeryayê operasyonan kir ser herêma petrolê ya Delta Nîjerê. Di operasyonê de tesbîta 42 tesîsan kir ku rafîneriya petrolê dikin, karê wan qaçaxe, îzna wan tine û 42 kesên ku vî karî dikin, xistine binçav.
Di heman operasyonan de gelek petrola qaçax xistine destê xwe. Rêvebirê operasyonan yê wezareta bergiriya Nîjeryayê yê operasyonên medyayê Markus Kangye di daxwuyaniya xwe de got ku operasyonan kirine ser delta navborî.
Di operasyonan de dest danîne ser 117 hezar litre petrola qaçax, 56 tankêrên ku bi wan neqliyê dikin û 18 tekne yên ser avê. Diziya petrolê zerara mezin dide aboriya Nîjeryayê û di sala 2023an de tenê 3 milyar dolar zerarê dabûn aboriya welat.
Nîjerya xwediyê rezerva 37 milyar varêlê ye û dike %3,1ê rezervên temamê dinyayê.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.




