Li navça Bismil a Amedê du malbat li hev xistin: 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Bismilê li gundê Mezra Hûto (Harmanlı) ku dikeve ser nahiya Tepe, di navbera du malbatan de pevçûn derket û paşî bi çek, dar û keviran li hev xistin.
Di pevçûnê de 5 kes bi sîlih bi tevahî 7 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina cendirmeyan û tîmên tenduristiyê, birîndaran birin nexwexanên cuda û ya dewletê ya Bismilê.
Esker, li gund tedbîrên zêde dîtin da bûyer mezin nebe û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




