%80ê yê dinyayê îsal bê mişmiş dimîne

PeyamaKurd – Bajarê Meletiyê û hinek ji bajarê Xarpêtê û Semsûrê %80ê hilberîna mişmişan yê pêdiviya temamê dinyayê hildiberîne. Bi taybetî bajarê Meletiyê her sal bi sed milyon dolarî mişmiş îxracê derveyê welat dike.
Ji ber şertên hewayê yâ Meletiyê îsal berhemên mişmişan hema di asta tinebûnê de ye ji ber cemed li darê mişmimişan xist û temamê hiberînerên mişmişan mexdûr û xemgînin. Li ser mijarê serokê Oda Çandiniyê ya giştî ya Tirkiyê Şemsi Bayraktar çû bajarê Meletiyê û ji baxçeyên darên mişmişan bang kir:
“Felaketa cemedê li hinek ciyan %100 derbê li hilberînerên me xist. Desteka dewletê ya bilez şert e.”
Cemedê di 10-14ê Nîsanê de li darên mişmişan xistibû û cotyarên mişmişan perîşan kiribû. Lewra Bayraktar daxwaza desteka lezgîn ji hukumetê dike û dibêje:
“Ez hatim Meletiyê û min li baxçê mişmişan nêrî. Hinek cîh %100 cemedê li dara xistiye û berhem nînin. Heta berhemên k udi sala bê de bi xwe re biriye. Em bende bûn ku di zivistanê de berf bibare lê di meha Nîsanê de bariya û di pey berfê de cemedê li daran xist. Ev zerar esas li 65 bajarên Tirkiyê xist. N etene ya mişmişa ye.”
Bayraktar, daxwuyaniya xwe piştî lêkolînekî esasî kir, da. Çû bajarê Meletiyê, navça Akçadağê, bajarê Xarpêtê û heya bajarê Semsûrê. Daxwaza cotyaran ya ji dewletê ew e ku deynên wan yên bankayan paşde bên xistin, ji wan re krediyên nûh vekin û hem desteka ji kîsê dewletê welew qismî be jî bidin cotyaran.
Wezîrê daristan û çandiniyuê ragihandibû ku wê destekê bidin cotyaran û hinek zerara wan ji kîsê dewletê bidin.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




