Rûsyayê Peymana Hevkariyê ya Deryaya Barentsê betal kir

Rûsyayê Peymana Hevkariyê ya Deryaya Barentsê betal kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Rûsyayê Mîxail Mişustîn belgeyek îmze kir û peymana hevkariyê ya bi Norwêc, Swêd û Fînlandiyayê re ya Deryaya Barentsê fesih kir. 

Li gorî belgeya ku di Pergala Belgeyên Fermî ya Rûsyayê de hate weşandin, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hate wezîfedarkirin ku ev biryar ji her sê welatên têkildar re ragihîne. 

Peymana ku hate betalkirin, bi armanca pêşxistina hevkariyê li ser Deryaya Barentsê û herêma Arktîka Ewropayê, avakirina Sekreteriya Navneteweyî ya Barentsê di nav xwe de digirt. 

Rûsyayê di sala 2023yan de biryar dabû ku ji Konseya Herêma Barentsê vekişe.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.