Li Kerkûkê 49 leşkerên Kurd hatin bicihkirin

Li Kerkûkê 49 leşkerên Kurd hatin bicihkirin

PeyamaKurd - Lîwayên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê 49 leşkerên Kurd li başûrê Kerkûkê bicih kirin daku hevsengiya hêzan bê temamkirin.

Hate ragihandin ku biryara veguhastina 49 leşkerên Kurd ên Lîwayên Hevbeş 14ê Nîsanê hatiye bicihanîn û ew ber bi nêzîkî navçeya Hewîceyê ya başûrê rojavayê Kerkûkê ve hatine şandin.

Hate zanîn ku erkê wan 49 leşkeran li herêmên sînorî yên Kerkûk û Nînowayê bû.

Lîwayên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê girêdayî Wezareta Bergiriya Iraqê ne û erkê wan parastina valahiya ewlehiyê ya di navbera herêmên di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ye.

Hate diyarkirin ku ji ber valahiya kêmbûna leşkerên Kurd ew 49 leşker bo deverê hatine veguhestin, ji bo ku hevsengiya hêzan bê çêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 3 hezar û 200 leşkerên Kurd di Lîwayên Hevbeş de hene û erkê wan parastina herêmên Kurdistanî yên li bajarên Diyala, Kerkûk, Selaheddîn û Nînowayê ye.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.