Li Wanê di êrîşeke çekdarî de kesekî can da

PeyamaKurd – Li navçeya navendî ya Wanê Rêya Armûşê li dijî kargeheke firotina cilan bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de kesekî canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku hin kesên ku nasnameyên wan nediyar, li ser kolana Ferît Melen a li Taxa Şerefiyeyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê êrişî dikaneke cilfiroşan kir. Di êrişê de 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku birîndarê ku birîna wî xedar bû, tevî midaxileyan jî canê xwe ji dest da.
Di heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




