Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê kir

PeyamaKurd – Îro, 18.04.2025an, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz kir.
Di civînê de bipêşxistina peywendiyên dualî yên di warên cuda de û pêşhateyên dawiyê û guherînên rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha gotûbêj derbarê giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê de hat kirin.
Giringiya pêkhatina projeya stratejîk a rêya geşepêdan û girêdana wê ya bi welatên Kendavê û Iraq û Herêma Kurdistanê ya bi Tirkiye û Ewropayê ya bi rêya hesinî ve jî mijareke din a civînê bû.
Di beşekî din a civînê de danûstandin derbarê proseya aştiyê li Tirkiyê hate kirin û piştevaniya xwe ya ji bo serxistina proseyê teqez kirin. Vê derbarê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji ber piştevaniya wê ya ji proseyê re, spasiya Serokê Hikûmetê kir.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




