Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Tirkiyê li ser pêvajoyê û derfetên hevkariyê axivîn

Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Tirkiyê li ser pêvajoyê û derfetên hevkariyê axivîn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 18ê Nîsanê li Hewlêrê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û şanda pê re pêşwazî kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di civînê de pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, derfetên hevkariya herêmî û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin, xalên sereke yên rojevê pêşxistina têkiliyan di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de û paşeroja Projeya Rêya Geşepêdanê û nirxandina qadên hevkariya hevbeş bûn.

Herwiha di hevdîtinê de derfetên hevkariyê yên ji bo xurtkirina ewlehî, aramî û pêşketinê jî hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî careke din tekezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir.

Her du aliyan li hev kirin ku aştî dê bandora erênî ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya herêmê çêke.

Di civînê de herwiha rewşa dawî ya li Sûriyeyê, pêşhatên herêmî û mijarên din ên siyasî ku ji bo her du aliyan girîng in jî hatine gotûbêjkirin.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.