Hejmara miriyên êrîşa ser Hûsiyên Yemenê gihîşt 74 kesan: 171 birîndar hene

Hejmara miriyên êrîşa ser Hûsiyên Yemenê gihîşt 74 kesan: 171 birîndar hene

PeyamaKurd - Di êrîşa artêşa Amerîkayê ya ser Bendera Ras Îsa ya li bin kontrola Hûsiyên Yemenê ku piştgiriya Îranê distînin de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 74 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşt 171 kesan.

Li gorî nûçeya dezgeha ragihandinê ya girêdayî Hûsiyan Al Masîrah TV, di êrîşa li ser bendera bajarê Hudeydeyê de, hejmara mirinan zêde bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de karkerên benderê û 5 karkerên tenduristiyê jî hene, û hat destnîşankirin ku piştî êrîşa yekem bi demeke kurt, karkerên tenduristiyê yên ku gihîştibûn cihê bûyerê, rastî êrîşa duyem hatine.

Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê di dema êrîşê de 14 caran bender kirine armanc û piştî zirarên li tangên petrolê şewat derketiye. Şewata ku derketibû piştî saetan ji aliyê tîmên agirkuj ve hat vemirandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hûsiyan ve hat dayîn de hat diyarkirin ku êrîşên Amerîkayê ji bo piştgiriya Îsraîlê ya tawanên li dijî gelê Filistînê têne kirin in û hat tekez kirin ku Hûsî dê "operasyonên piştgiriyê" ji bo Filistîniyan bidomînin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), duh ragihandibû ku ji bo jêbirina çavkaniya sotemeniyê ya Hûsiyan êrîş li ser benderê hatiye kirin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.