Serok Barzanî û şanda Tirkiyê pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û şanda pê re kir. Hate ragihandin ku pêvajoya aştî û çareseriya pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistanê di hevdîtinê de hate gotûbêjkirin.
Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Nîsanê li Pîrmamê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û şanda pê re kir, ku ji Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Înan û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçû û hejmareke diplomatkarên din ên Tirkiyeyê pêk hatibû.
Di civînê de, her du aliyan danûstandin li ser rewşa Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, herwisa ronahî behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî kirin.
Di hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya herêmê û pêşhatên paşeroja deverê bi awayekî giştî bi hev guhertin.
Pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û pêşxistina dostaniya navbera her du aliyan û proseya çareseriyê û aştiyê li Tirkiyeyê mijarên beşeke din a hevdîtinê bûn.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




