NY: 33 hezar welatiyên Sûrî piştî ketina Esed çûne Lubnanê

NY: 33 hezar welatiyên Sûrî piştî ketina Esed çûne Lubnanê

PeyamaKurd – Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji piştî ketina rejîma Esed heta niha zêdetirî 437 hezar welatiyên Sûrî ji welatên derdorê derbasî Sûriyê bûne û bi dehan hezar jî koçberî Lubnanê bûne.

Li gorî amarên NY, ji 8ê Kanûna borî ve heta 17ê Nîsanê "437.226 Sûrî ji welatên derdorê derbasî Sûriyê bûne".

Komisyonê diyar kir, yekem karwana ku 84 koçber li xwe digirt kordîne kiriye û ji Kampa Erîşê ya li gundewarê Hesekê vegeriyane Dêrazorê.

NY da zanîn, li kampê 118 malbatên ku ji 642 kes pêk tên ji bo vegerê navên xwe tomar kirine.

Li gorî belgekirina Komisyona Penaberan, di destpêka Adarê de bêhtirî 33 hezar kes ji Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê ji ber kiryarên tundûtujiyê koçberî bakurê Lubnanê bûne.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.