Hevdîtinên duyemîn ên Amerîka û Îranê li Romayê wê dest pê bikin

PeyamaKurd – Îro, 19ê Nîsana 2025an, li Roma, paytexta Îtalyayê, gera duyem a danûstandinên di navbera şandeyên payebilind ên Amerîka û Îranê de li ser bernameya nukleerî ya Îranê û gihîştina rêkeftineke nû dest pê dike.
Li gorî rojnameya Wall Street Journal, ku xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk ên Ewropî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi dê roja Şemiyê beşdarî van hevdîtinan bibe.
Tê payîn ku di hevdîtinan de hewl bê dayîn ji bo diyarkirina çarçoveyeke nû ya rêkeftineke li ser bernameya atomî ya Îranê, lê ev yek bi şertê ku Îran agahiyên berfireh û temam peyda bike.
Lêbelê, guman hene ku Îran agahdariyên nû û zelal di derbarê bernameya xwe ya atomî de bide, ku ji bo pêşveçûna danûstandinan girîng e.
Berpirsên Amerîkî diyar kirin ku bêyî van agahiyan, nêzîkbûn û serkeftina danûstandinan zehmet e.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û nûnerê taybet ê serokê Amerîkî Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff, piştî serdana Araqçî ya Moskowê gihîştin Romayê.
Ev hevdîtin hefteyek piştî gera yekem a danûstandinên nerasterast li Ûmanê pêk tê, ku her du alî li ser encamên wê geşbîn bûn.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




