Di operasyona madde yên hişbir de 635 kes di bin çav de ne

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li payîtext Ankara operasyona herî mezin ya di dîroka komara Tikiyê de hat kirin û niha 635 kes di bin çav de ne.
Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku di heman wextê de avêtine ser 626 navnîşanan û 635 kesan xistine bin çav. Operasyon îro seet di 05.00an de destpêkiriye.
Wezîr ragihand ku hedefa wan ew e ku di kolanan de êdî maddên hişbir tên frotin û bi taybetî tora firotina madden hişbir di ser înternetê de dibe, wan hedefan ji ortê rakin. Ji bo vê oprasyonê bikin, 6 mehan amadekariyê kirine.
Di operasyonê de 4.768 polîs, 1461 tîm, 40 se yên perwerdekiriyê dedektor, 4 heb İHA û destekên hewayî cîh sitendine.
Operasyona narkotîkê hêjî dewam dike.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




