Balyozê DYA yê li Îsraîlê yê nû Huckabee Îranê tehdîd kir

PeyamaKurd – Balyozê DYA yê li Îsraîlê yê nû Mike Huckabee Îranê tehdîd kir û got:
“Ji destê Îraniyan çi were serê Îsraîlê, wê ji destê DYAyê heman tişt were serê Îranê.”
Balyozê DYAyê yê li Îsraîlê Huckabee ‘Dîwarê Girî’ ziyaret kir û not a ku Trump nivîsandibû û li serê ‘Bo Îsraîlê aştî’ nivîsandibû, di merasimê de xist nav bloken kevir. Di merasimê de balyozê Amerîkayê bersiva rojnamevanan da û li ser mijara îhtîmala êrîşa Îsraîlê ya bo ser Îranê got:
“Îran bo îsraîlê çerez û bo DYAyê xwarina germ e. Ji destê Îraniyan çi were serê Îsraîlê, wê ji destê Amerîkayê heman tişt were serê Îranê. Wê Îran ti carê nebe xwediyê çekên nuklerî.”
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.




