Abbas û eş-Şara li Şamê hevdîtinekî kirin

PeyamaKurd – Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas piştî 18 salî seredana Sûriyê ya Şamê kir. Abbas li Şamê bi Ahmed Şara re civiya û behsa xwurtkirina têkiliyên navbera her dû welatan û pêşdeçûnên li Fîlîstînê kirin.
Li gor ajansa Fîlîstînê WAFAyê; di hevdîtinê de xwurtkirina têkiliyan, rewşa rojane ya li Fîlîstînê, hewlên rawestandina êrîşên Îsraîlê û desteka mirovî ya bo Xezayê mijarên wan bûn.
Her dû teref bûn hemfikir ku di sehayên cuda de komîteyên hevpar ava bikin da li ser hevkariyên cuda têkiliyên xwe kûr bikin.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.




