Serokwezîrê Lubnanê li "petrola erzan" digere

PeyamaKurd - Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam ji bo gotûbêjkirina mijara “petrola erzan” bi serdaneke fermî serdana Iraqê bike.
Çavkaniyên nêzîkî Hikûmeta Iraqê ragihandin ku Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam wê di rojên pêş de bi serdaneke fermî biçe Iraqê.
Çavkaniya navborî diyar kir ku mijara ku Serokwezîrê Lubnanê Selam d,wê di serdana du rojan de bi rayedarên Iraqî re gotûbêj bike, "destanîna petrola erzan" e.
Hat destnîşankirin ku mijarên din ên ku Serokwezîrê Libnanê wê bi rayedarên Iraqê ra biaxive, rewşa Sûriyeyê û metirsiya rêxistinên terorîst ên li herêmê ne.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




