Banê ciyê quluba ahengê hilweşiya: 44 kes mirin û 160 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Komara Dimînîkê banê ahengê ciyê hilweşiya û di encamê de 44 kes mirin û herî kêm 160 kes birîndar bûn. Bûyer li payîtexta Domînîkê li Santo Domingoyê li ciyê bi navê Jet Setê qewimî.
Ban, di wexta ku muşterî li wê derê bûn roxiya û sedema roxandina ban nehat zanîn. Hunermendê bi navê Rubby Perez dema li ser dikê bû bûyer qewimî.
Serokê dewleta Domînîkê Luis Abinader, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku bo rizgarkirina kesên dibin enqazan de mane dixebitin. Abinader got:
“Em bi trajediya ku di Jet Setê de çêbû xemgînin. Di dema qeza çêbû û pê de, em her deqe pêşdeçûnan dişopînin.”
Rêvebirê navenda operasyonên lezgîn (COE) Juan Manuel Mendez jî ragihand ku bo rizgarkirina kesên di bin enqazê de mane dewam dike û em texmîn dikin ku gelek kes di bin enqazê de saxin û heya yek kes jî di bin enqazan de be wê xebat dewam bike.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




