Serok Barzanî pêşwaziya komek rewşenbîrên Ereb kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Nîsanê pêşwaziya hejmarek nivîskar, wêjevan û rewşenbîrên Ereb kir ku bi boneya vekirina 17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.
Şandeya mêvan pesnê rola dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî di têkoşîna gelê Kurd û piştgiriya çanda pêkvejiyan û aramiyê de veda.
Her wiha pesnê çanda mêvandostiyê û giyanê qebûlkirin û rêzgirtina gelê Kurdistanê dan û ew wekî mînakek bilind û cuda ya herêmê bi nav kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî bi germî pêşwaziya şandeya mêvan kir û ji wan re kurteyek derbarê dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê, serhildan û serdema piştî serhildanê pêşkêş kir.
Herwiha tekezî li wê kir ku serkeftina ezmûna Herêma Kurdistanê ji ber wê yekê ye ku gelê Kurdistanê piştî serhildanê, tola xwe ji dijberên xwe negirt û di jiyana xwe ya siyasî de rûpelekî nû vekir.
Serok Barzanî di axaftina xwe ya li ser rewşa siyasî ya Iraqê de tekez kir, divê hemû alî ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de pabendî prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê bin.
Di beşekî din ê civînê de, li ser mijarên girîng ên herêmê û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, mêvanan hinek pirs û têbîniyên xwe arasteyî Serok Barzaniyê kirin û Serok Barzanî jî bersiva têbînî û pirsên wan da.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




