Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê wê li ser Efrînê bicivin

Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê wê li ser Efrînê bicivin

PeyamaKurd – Şandeya ku ji rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Şamê pêk dihat duh serdana Taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê, di şandeyê de berpirsê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd, Serokê Komîteya Şopandina rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêveberiya Şamê de Hisên Selame û Rêveberê Lêkolînên Siyasî yê Helebê yê girêdayî Şamê Seîd Nesan pêk dihat.

Bedran Çiya Kurd piştî serdanê daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca serdanê şopandina pêşhatên heyî yên li her 2 taxên Helebê ye.

Çiya Kurd li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev agahî da:

“Îro ligel komîteya navendî ya ji aliyê Şamê ve hatiye erkdarkirin, me civînek li taxa Şêxmeqsûd di bin serpereştiya Hisên Selam de ji bo danûstandina bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê re li dar xist. Meclisa bajarê Helebê di çarçoveya xebatên hevpar de hatin nirxandin.

Çiya Kurd her wiha ragihand, “Rêkeftin hat kirin ku civîneke taybet bi beşdariya aliyên pêwendîdar ên Şamê û Rêveberiya Xweser were lidarxistin, ji bo diyarkirina plana kar û bernameyeke zelal derbarê Efrînê de.”

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.