Zêr derket asta herî bilind

Zêr derket asta herî bilind

PeyamaKurd – Bihayên zêr di saetên serê sibê yên roja nû de derkete asta herî bilind. Bihayê zêrê ons di rûniştina destpêkê de gihişt lûtkeya 3 hezar û 357,40 dolarî, rekorên nû şikand û heftane ji sedî 3 zêde bû. Bihaya zêr ya Amerîkayê ji sedî 0,2 zêde bû û derket 3 hezar û 351,50 dolarî.

Zêrê gram 4 hezar 100 lîre derbas kir

Piştî bilindbûna li aliyê zêrê ons, li Tirkiyeyê bihayê zêrê gram jî rekor li pey rekorê dişikîne. Zêrê gram ku serê sibê bi 4 hezar û 117 lireyî hat firotin niha bi 4 hezar û 100 lireyî tê firotin.

"Xuya ye wê hîn bêtir biha bibe"

Nikos Tzabouras, analîstê bazarê yê payebilind li Tradu.com, got: "Her tişt di berjewendiya zêr de dixebite û biha digihîje rekorên nû. Vekêşandin normal in, lê dixuye ku zêr hîn bêtir biha dibe dema ku kaosa bazirganiyê berdewam dike."

Di bin bandora polîtîkayên bazirganiyê yên Trump de, li ser rewşa ewlekariya dolar dest bi lêpirsînê kirin. Endeksa dolarê (DXY) hefteya çûyî li nêzî asta herî kêm a sê salan bazirganî ye. Ev zêr ji veberhênerên ku diravên din bikar tînin balkêştir dike.

Zêr ji serê salê ve ji sedî 27 zêde bûye.

 
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.