Amerîkayê şertên sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê diyar kirin

Amerîkayê şertên sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê diyar kirin

PeyamaKurd – Berpirsekî payebilind ê Amerîkî îro Pêncşemê eşkere kir ku Amerîkayê 8 daxwazên sereke pêşkêşî Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şera kirine ji bo şertên rakirina cezayên li ser Sûriyeyê.

Di nav van şertan de destûrdayîna operasyonên dijî-terorê yên Amerîkî li Sûriyeyê û çareserkirina fikarên ewlekariyê yên Îsraîlê hene.

Li gorî rojnameya The Washington Postê, karbidestekî payebilind ê birêveberiya Trump diyar kir ku Washington di danûstandinên xwe yên bi Sûriyeyê re pir hişyar e heya ku Ehmed el-Şera nîşan bide ku ew bi serkeftî tundrewan ji nav hikûmeta xwe paqij dike.

Her weha tekez kir ku divê El-Şera şiyana xwe ya yekkirina komên pêkhateyên cihêreng ên li Sûriyeyê îsbat bike, û bal kişand ser armanca Amerîkayê ya pêşîgirtina li vegerandina bandora Îranê û Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya li Sûriyeyê.

Di meha Sibatê de, hatibû ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lîsteyek ji 8 gavan radestî berpirsê Sûrî el-Şabanî kir, ku tê de tedbîrên ku di berdêla sivikkirina qismî ya cezayan de hewce dike diyar dike.

Di nav şert û mercan de dayîna destûra Amerîkayê ji bo pêkanîna operasyonên dij-terorê li ser axa Sûriyeyê û qedexekirina eşkere ya hemû milîs û çalakiyên siyasî yên bi ser tevgerên Filistînê ve heye.

Amerîka her wiha daxwaza dersînorkirina endamên van komên Filistînî ji bo sivikkirina nîgeraniyên Îsraîlê, û piştgirîkirina Operasyona Çareseriya Xwezayî, mîsyona jinavbirina DAIŞê kir.

Hate ragihandin ku Washington dixwaze hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kêm bike lê tekez kir ku her guhertineke di siyasetê de bi kiryarên berbiçav ên Şamê ve girêdayî ye. Wî got ku ew li kirinan digerin, ne li gotinan.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.