Hişyariya Xezzeyê ji UNRWA: Stokên dabînkirinê ber bi qedandinê ve diçin

Hişyariya Xezzeyê ji UNRWA: Stokên dabînkirinê ber bi qedandinê ve diçin

PeyamaKurd - Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku li Xezzeya ku Îsraîl zêdeyî mehekê ye rê li ber hatina alîkariyên însanî û malzemeyên bazirganiyê digire, stokên keresteyê li ber xilasbûnê ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser UNRWAyê de hat dayîn

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

"Tîmên UNRWA gihandina alîkariyan bi pêdiviyên mayî didomînin, lê stoq li ber qedandinê ne û rewş her ku diçe xirabtir dibe. Pêwîste dorpêç bê rakirin û ketina alîkariyên mirovî ji nû ve bê dayîn."

Îsraîl piştî bidawîhatina qonaxa yekem a 42 rojî ya agirbestê û peymana pevguhertina girtiyan bi Hemasê re, biryar da ku ji 2ê Adarê ve ketina alîkariyên mirovî bo Şerîda Xezzeyê rawestîne.

Artêşa Îsraîlê agirbesta li Şerîda Xezzeyê ku di 19ê Çileyê de ket meriyetê, sibeha 18ê Adarê şikand û dîsa dest bi êrîşên xwe yên tund kir.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.