Zelenskiy: “2 kesên Çînî yên li hemberê me şer dikirin esîr ketin destê me”

Zelenskiy: “2 kesên Çînî yên li hemberê me şer dikirin esîr ketin destê me”

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku 2 kesên Çînî yên di ertêşa Rûsya de li hemberê Ûkraynayê şer dikirin, li devera Donetsky de, bi esîrî ketine dewtê artêşa Ûkraynayê. Zelenskiy ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Xê de kir. Zelenksiy got:

“Li ser her dû Çîniyan nasnameyên wan, kardên bankayan û doneyên şexsî hatin dîtin. Di artêşa Rûsya de gelek Çînî hene. Em niha temamê rastiyan hîn dikin. Îstîxbarat, Serwîsa Ewlehiya Ûkraynayê û beşên artêşê yên pêwendîdar li ser mijarê dixebitin. Min fermanê da wezîrê karên derve yê Ûkraynayê da bi Pekînê re bikeve têkiliyan bê wê Çîn bersivekî çawa bide me.

Rûsya dixwaze şer dirêj bike, Çînê û welatên dinan bixe nava şer û qedandina şer ne tê de dixwaze her tiştî bike.”

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.