Îran: Em ê pêşwaziya her rêkeftinekê bikin

Îran: Em ê pêşwaziya her rêkeftinekê bikin

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku danûstandin bi awayekî asayî pêşde diçin û pirsgirêkên welêt bi van hevdîtinan ve girêdayî ne.

Pezeşkiyan di civîna heftane ya Civata Wezîran de got: Pêvajoya danûstandinan bi awayekî xwezayî pêş dikeve, kar û barên welat bi awayekî xwezayî dimeşin û dişopînin û kêliyek jî nawestin.

Pezeşkiyan got: “Bê şik eger lihevkirinek hebe em ê pêşwaziyê lê bikin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku doh Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî hişyarî dabû û gotibû: "Meseleyên welat bi danûstandinan ve girê nedin."

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.