Trump %104 baca gumrikê danî ser berhemên ji Çînê bikirin

PeyamaKurd – Çîn dev ji baca gumrikê ya ku daniye ser berhemên DYAyê yên bi miqdarê %34 bernade û li hemberê biryara Çînê, serokê DYAyê Trump %104 baca gumrikê datîne ser berhemên Çînê yên ku îxracê DYAyê bibin.
Trump bang kir ku Çîn dev ji %34 bacê berde û Çîn dev ji biryara xwe berneda. Li ser biryara Çînê, DYA ji sibê û pê de baca gumrikê ya bo berhemên Çînê derdixe %104an.
Dema gumrika DYAyê ya bo berhemên Çînê %104 be, wê Çîn nikaribe berhemên xwe biş dilê xwe bişîne bazara DYAyê.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.




