Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Almanyayê ya li Iraqê kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Almanyayê ya li Iraqê kir

PeyamaKurd – Îro, 17.04.2025an, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Almanyayê ya li Iraqê Christiane Homannê kir.

Di civînê de hewldanên pêkanîna kabîneya 10em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin û her du alî hevfikir bûn li ser wê yekê ku divê kabîneyeke bihêz û yekgirtî di demeke nêzîk de û berî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bê pêkanîn.

Herwiha behsa giringiya nehiştina hemû pirsgirêk û astengî û bahaneyan li pêş destpêkirina henardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî kirin.

Balyoza Almanyayê jî piştevaniya welatê xwe ya ji bo hêza Pêşmerge û Herêma Kurdistanê û daxwaza bipêşxistina zêdetir a peywendiyên dualî teqez kir.

Di beşeke din ê civînê de danûstanên fikrî derbarê rewşa giştî ya Iraqê û guhertinên dawiyê û pêşketinên herêmê de hatin kirin.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.