Tirkiye wê bi şîrketên Pakistanê re bi hevkarî li petrolê bigere

PeyamaKurd – Wezîrên enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar li Pakistanê di forma veberhênana madenan de bo hevkariya navbera her du dewletan xwurt bikin, hevdîtinan kir. Wê Tirkiye bi şîrketên Pakistanê re bi hevkarî li petrolê bigere lê ger îhalê kar bikin.
Wezîrê Tirkiyê Alparslan Bayraktar li Îslamadadê bi serokwezîrê Pakistanê bi Şahbaz Şerif re civiya. Bayraktar piştî forûmê bi wezîrê petrolê yê Pakistanê bi Ali Pervaiz Malik û wezîrê elektrîkê û enerjiyê bi Sardar Awaiz Ahmad Khan Leghari re ji hev cuda hevdîtinan kir.
Di navbera TPAO û şîrketa netewî ya Pakistanê Mari Energies, OGDCL û PPL de bo teklîfa hevpar ya lêgerîna petrolê bikin, wê teklîfê bidin.
Wê hukumeta Pakistanê di 30 Hezîran 2025an de ji bo li 40 ciyên di deryayê de li petrolê bigerin wê teklîfê ji şîrket û dewletan bistînin. Li gor peymana îro ku Tirkiye bi şîrketên Pakistanê re îmza kiriye; wê şîrketa Tirkiyê û 3 şîrketên Pakistanê yên navborî bi hevre teklîfê bidin hukumeta Pakistanê.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.




