Îsraîlê li Quneytera ya Sûriyê operasyoneke leşkerî kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 17ê Nîsanê hêzeke artêşa Îsraîlê derbasî gundewarê başûrê Quneyterayê li Sûriyê bû û operasyoneke leşkerî pêk anî.
Li gorî çavkaniyan, îro hêzeke Îsraîlê ku ji hejmarek zirpoşan pêk dihat derbasî gundê Hemêdiyê li başûrê Quneytera bû û helmeteke pişkinînê li hejmarek malan encam da.
Heman çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin ku doh jî, hêzeke Îsraîlî derbasî bakurê bajarokê Bitirnece li gundewarê Quneytera bû û piştî çend demjimêran vekişiya.
Hêjayî gotinê ye, piştî hilweşîna rejîma Esed, hêzên Îsraîlê derbasî gelek deverên başûrê Sûriyê bûne û hejmarek baregeh û navendên leşkerî yên rejîma berê jî wêran kirine.
Serokwezîrên Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dabû zanîn ku ew rê nadin artêşa Sûrî derbasî başûrê Şamê bibe.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




