Lijneyên Bilind ên PDK û YNKê li Silêmaniyê civiyan: Lihevkirina dawî nêzîk e

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Lijneyên Bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.
Hate zanîn ku civîn li Nivîsgeha Siyasî ya YNKê bi rê ve diçe û şandên bilind ên PDK û YNKê danûstandinan li ser pêkanîna hikûmetê dikin, da ku 4 salên deshilata hikûmetê diyar bikin.
Hoşyar Zêbarî serokatiya şanda PDKê û Qubad Talebanî jî serokatiya şanda YNKê dike.
Li gorî zanyariyan, ihtîmale îro lihevkirin li ser reşnivîsa karnameya Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk were.
Parvekirina postên hikûmeta nû jî dê mijara beşeke din a danûstandinên navbera herdu partiyan be. Zêbarî beriya niha ragihandibû ku hevdîtinên ligel YNKê ji bo damezrandina hikûmetê baş diçin û ew gihîştine qonaxa dabeşkirina postên hikûmetê.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




