Wezîrê Berevaniya Siûdî cara yekem serdana Tehranê kir

Wezîrê Berevaniya Siûdî cara yekem serdana Tehranê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Erebistana Siûdî Prens Xalid bin Selman, bi vexwendina Sererkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê Tumgeneral Mihemed Baqîrî serdana Tehranê kir.

Wezîr û heyeta pê re bi merasîmeke fermî ji aliyê Baqîrî ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî merasîmê, Selman û Baqîrî civîyan. Hate ragihandin ku mijarên pêşxistina têkiliyên berevaniyê yên dualî, bihêzkirina aştî û aramiya herêmî û hevkariya li dijî terorê hatin gotûbêjkirin.

Xalid bin Selman di çarçoveya serdanê de dê bi berpirsiyarên siyasî û leşkerî yên payebilind re jî bicive.

Serdana duyem a payebilind

Beriya niha Sererkanê Giştî yê Siûdiyê Feyyaz bin Hamid el-Ruweylî jî piştî asayîkirina pêwendiyên ligel Îranê, serdana Tehranê kiribû. Serdana Wezîrê Berevaniyê bin Selman dibe duyem serdana berpirsekî payebilind ê berevaniyê bo Îranê.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.