Hoşyar Zêbarî: Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera bi piştgiriya me bû

Hoşyar Zêbarî: Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera bi piştgiriya me bû

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Alîkarê berê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Peter Galbraith û beşdarî rûniştina “Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Bandorên Wê yên li ser Herêmê” bi taybetî li ser Rojavayê Kurdistanê ya Foruma 9emîn a Silêmaniyê bûn.

Zêbarî li ser peymana 10ê Adara 2025an a navbera Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya ji 8 xalan pêk tê got, “Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer gaveke gelekî girîng e” û  wiha pê de çû: 10ê Adara 2025an, di navbera

“Rêkeftina di navbera Birêz Mezlûm Ebdî û Birêz Ehmed Şera de bi piştgiriya dost û hevalên me bû, bi piştgiriya Amerîka û Fransayê û bi piştgiriya me bû."

Zêbarî li ser hilweşîna rejîma Esed da zanîn, bandora vê yekê li ser hemû welatên li derdora Sûriyeyê heye û got ku divê “Sûriyeya nû” berevajiyê Sûriyeya kevn be û divê desthilata nû gavên zêdetir biavêje.

Hoşyar Zêbarî got ku li Sûriyeyê hêzên siyasî yên çalak ên wekî HSD û PYD û ENKSê hene û ew dixwazin ku helwesta Kurdan yek be û got: "Divê daxwaz aqilane û rast bin û di çarçoveya yekîtiya axa niştimanî ya Sûriyeyê de bin û mafên çandî, zimanî, aborî û xwebirêvebirinê garantî bikin. Ew bi xwe biryarê didin bê ma çi ji wan re baş e lê kopîkirina rasterast a tecrubeya Herêma Kurdistanê li Rojava zehmet e."

Zêbarî diyar kir, tevgera Kurdan a li Sûriyeyê bi carekê re derneketiye holê û xwedî kok e û li ser tirsên ji desthilata nû jî wiha axivî: "Hinek guman û tirs ji sîstema nû ya Sûriyeyê hene, loma divê agadar bin. Nabe serkêşiyê bikin û bi awayekî erênî miameleyê bi wan bipêşketinan re bikin da ku bigihin çarçoveyekê ku mafê her kesî tê de parastî be.”

Hoşyar Zêbarî dawiyê jî da xuyakirin, “Kurdistana Mezin di dilê hemû Kurdan de ye lê rastî tiştekî din e” û diyar kir, “Em ne alîgirên şer in çimkî kesî bi qasî me ji destê şer nekişandiye.”

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.