Di pevçûna li Diyarbekir de 13 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Peyasê (kayapınar) li taxa Huzurevleri do êvarê du grûb pevçûn û heman grûb îro jî hatin cem hev û pevçûna xwe dewam kirin.
Pevçûna îşev (08.04.2025) car din bû pevçûna bi çekan û di pevçûnê de 13 kes birîndar bûn ku yek ji wan polîs e. Li ser agahdarkrina tîmên pêwendîdar, dema çûn ciyê bûyerê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan.
Li ser bûyerê tenê 2 kes hatine girtin lê piştî bi temamî dîmen derên ortê, wê mijar bêhtir zelal bibe û kesên tevî pevçûnê bûne, wê dîmenên wan derên ortê.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.