Êzidî cara yekem mafên milkbûnê bi dest dixin

Êzidî cara yekem mafên milkbûnê bi dest dixin

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewwadî ragihand ku hikûmeta Iraqê di dîrokê de yekem car projeyek ku mafê milkiyetê dide Êzdiyan pêk anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Berdevkê Hikûmetê Basim El-Ewwadî ve hat dayîn, hat diyarkirin ku ev pêngav di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî de hatiye kirin û di bernameya hikûmetê de bi prensîba “temînkirina edaletê ji bo civakên bira yên Iraqê” hatiye bicihkirin.

Hat destnîşankirin ku ev biryar ji bo ji holê rakirina mexdûriyeta demdirêj a Êzidiyan û rakirina şopên polîtîkayên bidûrxistinê yên berê xwedî girîngiyeke mezin e.

Li gor zanyariyên Ajansa Nûçeyan a Iraqê, proseya radestkirina belgenameyên Êzidiyên ku ev nêzîkî nîv sedsalê ye ji mafê milkiyetê bê par mane, beriya 3 rojan li Şingalê dest pê kir.

Ev pêngava ku weke telafîkirina windahiyên ku bi wêrankirina zêdetirî 146 gundên Êzidiyan ên di serdema rejîma Be’s a sala 1975an de dest pê kir, ji bo civakê weke pêşketineke dîrokî tê dîtin.

Serokwezîr Sûdanî spasiya hemû wezaret û saziyên girêdayî Bernameya Rûniştinên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) kir ku piştgiriyê didin pêvajoyê û diyar kir ku heta proje temam bibe dê xebat bidomin.

Rayedaran ragihand ku armanc ew e ku belgeyên sernavê li hemû wargehên Êzidiyan ên li Şengalê belav bikin.

Ev biryar ji aliyê raya giştî ve weke “gaveke dîrokî ya ku civaka Êzidî bi cih û warê xwe re bigihîne hev.”

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.