Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê venakişe

Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê venakişe

PeyamaKurd – Jêderekî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê îro ragihand ku hêzên Amerîkî 2 binkeyên nû yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ava kirine û raporên vekişîna Amerîkayê red kirin.

Jêderekî nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand: 

“Artêşa Amerîkayê 2 binkeyên nû yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ava kirine, ya yekem li Rojavayê Kurdistanê, nêzî binkeyê el-Tenefê ye û ya duyem jî li herêma Zamîrayê ya Şamê ye.”

Wî jêderî her weha got, “Artêşa Amerîkayê her hefte leşkerên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê da ku binkeyên xwe yên li wir xurt bike.”

Bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin, da zanîn: 

“Li ser erdê tiştek tune ku nîşan bide ku vekişîn heye, lê li Sûriyeyê binke û hêzên nû yên zêdetir hene, nemaze ji ber ku metirsiya DAIŞê hîn jî heye.”

Her weha Pentagonê jî red kir ku tu biryareke dawî li ser kêmkirina leşkerên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatiye dayîn.

Pentagonê di daxuyaniyekê de got: 

“Wezareta Parastinê bi rêkûpêk hêzan li gorî pêdiviyên operasyonel û pêşbîniyan diguherîne. Ev tevger xwezaya nerm a siyaseta parastina gerdûnî ya Amerîkayê û şiyana bicihkirina bilez li çar aliyê cîhanê di bersiva gefên ewlehiyê yên guherbar de nîşan didin.”

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.