Netenyahû: “Eger bi Îranê re li hev nekin, em ê bi leşkerî çareser bikin”

Netenyahû: “Eger bi Îranê re li hev nekin, em ê bi leşkerî çareser bikin”

PeyamaKurd – Berya DYA bi Îranê reste rast hevdîtinên li ser bernama nuklerî bike, serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu got; divê Îran dest ji çêkirina çekên nuklerî berde û eger bernede û peyman çeneke, wê pirsgirêkê di rêya leşkerî de çareser bikin. Netenyahu got; heya temamê tesîsên nuklerî bixebitin, Îran peymanê qebûl nake û got:

“Em hemfikrin ku Îran nebe xwediyê çeken nuklerî. Eger peymana nuklerî çênebe em ê dest bi çareseriya leşkerî bikin. Divê di bin çavdêriya DYA de tesîsên nuklerî yên Îranê ji ortê rakin û ekîpmanan ji tesîsan bibişkêfin.”

DYA roja Şemiya bê, wê bi Îranê re raste rast hevdîtinên li ser bernama nuklerî bike û wê Îsraîl li gor encama hevdîtine tevbigere. Eger peyman nebe, li gor Netenyahu wê Îran bikeve bin talûka şerî.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.