Li Myanmarê hejmara miriyan derket 3 hezar û 645an!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 6,4 ya li Myanmarê de mirin derket 3 hezar û 645an.
Li gorî nûçeya ajansa Şînhua, Meclîsa Îdareya Dewletê (SAC) ku saziya îdarî ya hikûmeta leşkerî ya Myanmarê ye, derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane derketiye 3 hezar û 645an û hejmara birîndaran jî derketiye 5 hezar û 17an.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe yên ji bo dîtina nêzî 150 kesên ku hatine ragihandin wenda ne didomînin.





