Kremlin: Amadekariyên bo hevdîtina Trump-Putin dewam dikin

Kremlin: Amadekariyên bo hevdîtina Trump-Putin dewam dikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê siyaseta derve yê Kremlinê Yuriy Uşakov ragihand ku ciyê hevdîdinê û roja hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê DYAyê Donald Trump hêj zelal nebûye.

Uşakov, daxwuyaniya xwe bo televizyona dewleta Rûsyayê ya bi navê Rossiya de da û li ser têkiliyên navbera Rûsya-DYAyê raveyan kir. Uşakov got ku li ser zimanê herkesiye û behs dikin bê wê her dû lîder kengê û li ku derê hev bibînin û dewam kir:

“Ez dikarim bêjim heya niha li ser ti rojekî me li hev nekiriye. Hetta li ser ciyê hevdîtinê li hev kirin tine. Lê gelek kes û bi taybetî hemkarên me yên DYAyê behsa Riyadê dikin. Li ser mijara axaftina her dû lîderan ya di rêya telefonê de jî xebat dewam dikin lê hêj li hevkirinekî tine.”

Oşakov, behsa hevdîtina nûnerê taybet yê Trump Steve Witkoff ku li St. Petersburgê kirin kir û got ku hevdîtin baş bûye, di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî, aborî û herî zêde li ser mijara Ûkaynayê axifîne.

Uşakov ragihand ku di rêya Witkoff de gelek peyam bo DYAyê şandin û peyam li Amerîkayê hatin guftûgokirin.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.