Di gotinên Trump de nermbûnekî heye: "Em ê bi YEyê û Çînê re li hev bikin"

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ketiye nav şerê aboriyê û rika xwe daye temamê dinyayê. Ji bo Çînê nisbeta baca gumrikê derxistiye heya %245an lê baca bo berhemên dewletên din 90 roj paşde xist.
Ev tewrê Trump, esas dixawaze pê temamê dewletên dinyayê bibe ser masê da bazarekî ji nûh de û li gor dilê xwe bi wan re bike.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni çû DYAyê û berya bi serokê DYA Trump re hevdîtin bike, Trump bo rojnamevanan got:
“Em ê bi Yekîtiya Ewrûpayê û Çînê re peymana bazirganiyê bikin. Wê sede sed peyman bibe û dixwazin peyman bibe û em ê jî bikin. Ez bende me û wê peymanekî adilane çêbibe.”
Trump got ku bi gelek welatan re hevdîtinan kirine, wê peymanên adilane bikin û di mijarê de ecele nakin û dewam kir:
“Dema em bi Ewrûpa an welatekî dinê re peymanê girêdin, em ê leqayê kêm pirsgirêkan bibin.”
Li ser mijara peymana bi Çînê re jî Trump got:
“Çîn 3 hevkarên me dawet kir bo welatê xwe. Ji wan endîşa min nîne. Kes nikare bi me re reqabetê bike. Ez difikirim em ê bi Çînê re peyamenakî baş girêdin. Hun ê bibînin.”
Serokwezîra Îtalyayê Meloni jî ragihand ku ew bawere bi DYA rê li tarîfeyan bi DYA re li hev bikin. Meloni got ku divê bi DYA re rêyekî hevpar bibînin û weha got:
“Eger ez bawer nebûma DYA hevparekî bi baweriye, ez ê ne li vê derê bûma.”
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




