DYA, muhîmatên leşkerî şand Îsraîlê

DYA, muhîmatên leşkerî şand Îsraîlê

PeyamaKurd – Di rojevê de êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê tê xeberdan lê DYA bi taybetî alavên leşkerî yên ku bi wan dikarin tunelên bin erdê biteqînin şand Îsraîlê. Li gor çapemeniyê DYAyê;  bi 9 balafirên neqliya bombe û muhîmmatên ku tunelan diteqînin şand bo Îsraîlê.

Tê gotin ku eger muzakereyên di navbera DYA û Îranê de biser nekevin, dibe Îsraîl wan muhîmattan li hemberê Îranê bikarbîne. Lê her weha çapemenî dibêje ku temamê çekdarên Hamasê di tunelên li Xezayê de ne dimînin û dibe heman alav li hemberê wan jî bên bikaranîn.

Li gor TV ya Îsraîlê ya bi navê KANê: di nav 24 seetên dawiyê de, alav bi 9 balafiran gihaye balafirgeha baregeha hewayî ya Newatimê ya Îsraîlê.

Hat gotin ku muhîmmat ji baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn û Ewrûpayê şandine bo Îsraîlê.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.