Papa seredana mehkûmên zîndanê kir

Papa seredana mehkûmên zîndanê kir

PeyamaKurd – Serokê dînî yê alema rûhanî yê Katolîkên dinyayê Papa Franciscus berya pîrozbahiya Paskalyayê ku dê di dawiya heftê de pîroz bikin, weka her salî seredana zindana Romayê ya bi navê Regina Coeliyê kir.

Roja ‘Pencşema Pîroz’ ya ku rojekî berya Hz. Îsa li çarmixê bixin, di zîndanan de tê pîrozkirin ku rîtuela bo hezkirina xwe xwe nîşan bidin û di wê rojê de 12 hewariyên Hz. Îsa lingên xwe şûştine, her sal tê bibîranîn.

Papa, îro piştî nîvro seredana zîndanê kir û bi zîndaniyên ku ji 70 milletî pêk tên û nîzamî tevî tevger û perwerdên olî yên zîndanê dibin, bi wan re civiya. Rêvebira zîndanê Claudia Clementi bi sedema ziyareta Papa li ser navê temamê zîndaniyan razîbûna xwe bo Papa ragihand. Ji ber Papa nexweşe, got ku ew di wexta nekahetê de ye û weha dewam kir:

“Ez her sala roja Pênşema pîroz, weka Hz. Îsa dikir, hez dikim ku li zîndanê merasina şûştina lingan bikim. Ez îsal nikarim vêya bikim lê dixwazim bi we re bim. Bo we û malbatên we ez di’a dikim.”

Papa piştî di’a xwe kir, bi tevahî karibû 30 deqe li zîndanê bimîne û ji zîndaniyan xatir xwest û ji zîndanê derket.”

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.