Hevdîtina navbera heyeta DEM Partiyê û wezîrê dadê hat paşdexistin

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina DEM Partiyê ya di navbera heyeta Îmraliyê û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de hat kirin, wê heyet bi wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmaz Tunç re hevdîtinê bikira.
Li ser tenduristiya Sırrı Süreyya Önder ku niha li nexweşxanêye, hevdîtina di navbera heyeta DEM Partiyê û wezîrê dadê ya bihata kirin, hat paşdexistin. Tedawiya Önder ya li nexweşxanê dewam dike û rewşa wî baş nîne. Li ser mijara hevdîtinê wezîrê dadê Yılmaz Tunç got:
“Berya her tiştî, tenduristiya Sırrı Beg bo me girînge.”
Lewra hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re hat paşdexistin û roja hevdîtinê diyar nîne.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




