Li Îngîltere daxwaza girtina wezîrê kar û barên derve yê Îsraîlê hat kirin

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Îsraîlê Saar, di dema seredana Îngîltere kir, bi awayekî fermî seredana daxwaza girtina wî ya bi sedema sûcdariya navdewletî hat kirin.
Rêxistina Tora Tevgeran ya Hûqûqî ya Kureyî (GLAN) û weqfa Hind Receb ku li Xezayê şopandina îhlala leşkerên Îsraîlê ya ser Xezayiyan dike, bi hevre daxwuyaniya hevpar dan.
Di daxwuyaniyê de gotin ku divê bi awayekî lezgîn desteserkirina wezîrê Îsraîlê Saar bikin ji ber di dawiya sala borî de leşkerên Îsraîlê nexweşxana Kemal Adwan dorpêç kirine, rêvebirê nexweşxanê Dr. Husam Ebu Safiyye revandine û pê îşkence kirine.
Di daxwuyaniyê de gelek sûcên din jî didin bal wezîr û rayedarên Îsraîlê lê ev daxwaza rêxistinan dibe bibe sedema xerabûna têkiliyên navbera Îngîltere û Îsraîlê.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




