Gaveke bazirganî ya mezin ji DYA ber bi Iraqê ve: 60 şîrket li Bexdayê civiyan

Gaveke bazirganî ya mezin ji DYA ber bi Iraqê ve: 60 şîrket li Bexdayê civiyan

PeyamaKurd – Şandeke bazirganiyê ku ji nûnerên 60 şîrketên Amerîkayê pêk tê, hat Bexdayê û yekem rêkeftina lihevkirinê ligel Federasyona odeyên bazirganî yên Iraqê îmze kir.

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê ragihand, doh Duşemê 07.04.2025, şandeke karsazên Amerîkî gihişt Bexdayê.

Şande bi serokatiya Steve Lutes ji 101 kesan pêk tê ku nûnertiya 60 şîrketên ji sektorên enerjî, teknolojî û tenduristiyê dikin.

Di vê serdanê de peymaneke dîrokî di navbera Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Iraqê de hat îmzekirin.

Balyozxaneyê tekez kir ku ev rêkeftin wê têkiliyên navbera sektorên taybet ên Amerîka û Iraqê bihêztir bike û hevkariyên aborî yên demdirêj pêş bixe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Armanca vê peymanê ew e ku bingehê hevkariyeke aborî ya kûr a di navbera her du welatan de deyne."

Berpirsê Karûbarên Amerîkayê bo Iraqê Daniel Rubinstein, di resepsiyona ku ji bo rûmeta wî hat lidarxistin de axivî, got: "Em îşev li vir bi yek armancê kom bûne: zêdetir bihêzkirina hevkariyên xwe yên bazirganî."

Rubinstein got, "Armanca Odeya Bazirganî ya Amerîkî ew e ku siyasetên bibandor û hevkariyên bihêz ava bike bi rêya pêşkêşkirina ramanên nûjen ji hikûmet û serkirdeyên karsazan re li her du welatan. Em mêvanên asayî yên Iraqê ne û mêvandariya şandên Iraqî li Dewletên Yekbûyî ji deh salan zêdetir e."

 
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.