Pêngava bazirganiyê ya Amerîkî li Iraqê: 60 şirket li Bexdayê civiyan

Pêngava bazirganiyê ya Amerîkî li Iraqê: 60 şirket li Bexdayê civiyan

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê ys li Iraqê ragihand, îro şandeke karsazên Amerîkî gihişte Bexdayê.

Şandeya ku bi serokatiya Steve Lutes ji 101 kesan pêk tê ku nûnertiya 60 şirketên ji sektorên enerjî, teknolojî û tenduristiyê dikin.

Di vê serdanê de peymaneke dîrokî di navbera Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Iraqê de hat îmzekirin.

Balyozxaneyê tekez kir ku ev rêkeftin dê têkiliyên navbera sektorên taybet ên Amerîka û Iraqê bihêztir bike û hevkariyên aboriyê yên demdirêj pêş bixe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, 

“Armanca vê peymanê ew e ku bingehê hevkariyeke aboriyê ya kûr a di navbera her du welatan de deyne.”

Berpirsê Karûbarên Amerîkayê ya li Iraqê Daniel Rubinstein, di resepsiyoneke ji bo rêzgirtina şanda xwe de, got: 

“Em îşev bi yek armancê li vir in: Em zêdetir bihêzkirina hevkariyên xwe yên bazirganî.”

Rubinstein diyar kir: “Armanca Odeya Bazirganî ya Amerîkî ew e ku siyasetên bibandor û hevkariyên bihêz ava bike bi rêya pêşkêşkirina ramanên nûjen ji hikûmet û serkirdeyên karsazan re li her du welatan. Em mêvanên asayî yên Iraqê ne û mêvandariya şandên Iraqî li Dewletên Yekbûyî ji deh salan zêdetir e.”

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.