Bakirhan: 40 roj derbas bûne, hikûmetê gav neavêtine

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de axivî û got ku piştî banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê 40 roj derbas bûne lê hikûmetê heta niha ji bo pêvajoya çareseriyê ti gav neavêtine û tecrîda li Îmraliyê berdewam dike.
Bakirhan got ku ew hêvî dikin di nav hefteyê de hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re pêk were.
Bakirhan diyar kir, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ji bo aştiyê bi hev ve girêdayî ne û ev yek di Newrozê de jî hat dîtin. Wî got, "Gelo kê bihîstiye ku bi seknê li kîjan cihê cîhanê aştî pêk hatiye? Aştî bi rûniştinê pêk nayê."
Bakirhan bang li desthilatê kir ku divê gavan biavêje û pêşniyar kir, gava yekem rakirina tecrîda li ser Ocalan e û xwest, mafê hêviyê were dayîn û girtiyên nexweş bilez ji girtîgehan bên berdan.
Herwiha Bakirhan bang li parlamentoyê jî kir ku "paketa ewlehî û demokrasiyê" derxe û pêşniyarên xwe wiha pêşkêş kirin:
- Welatîbûna wekhev û azad bi yasayan were garantîkirin
- Komîsyoneke taybet were avakirin
- Sepandina qeyûman bê rakirin
- Şaredarên dûrxistî vegerin ser karên xwe
- Girtiyên nexweş bên berdan
- Şertên xebatê yên azad ji bo Ocalan bên sazkirin
- Qanûna têkoşîna bi terorê were guhertin
- Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî bên bicihkirin





