Balyozê Îtalya li Iraqê: Pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê di asteke gelek baş de ne

PeyamaKurd – Balyozê Îtalya li Iraqê Nicolo Fontana ragihand ku pêwendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê di asteke gelek baş de ne.
Balyozê Îtalya Fontana doh Çarşemê 16.04.2025 di daxuyaniyekê de ragihand: "Pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê di asteke gelek baş de ne, bi taybetî di warê siyasî, civakî û çandî de, em dixwazin pêwendiyên xwe yên aborî li gel herêmê zêdetir pêş bixin."
Fontana serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bo Antalya û Parîsê weke hewlên aramkirina navçeyê bi nav kir û ragihand, Îtalya piştevaniya wan serdanan dike.
Nicolo Fontana bal kişand ser guhertinên li Rojhilata Navîn û tekez kir ku divê Rojhilata Navîn aram bibe û jiyaneke baştir ji gelên herêmê re bê dabînkirin.
Fontana diyar kir ku Herêma Kurdistanê aram û bi hêz e û got, "Dibe ku ji bo welatên cîran bibe mînak. Tişta ku Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî di qada navneteweyî de kirine gelekî hevkar û hemaheng e. Em ji wan re serkeftinê dixwazin."
Nicolo Fontana herwiha ragihand, welatê wî dixwaze hemahengiya zêdetir ligel Herêma Kurdistanê dabîn bike, bi taybetî di warê çandiniyê de.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




