Îran li ser danûstandinan bersiva Trump da

Îran li ser danûstandinan bersiva Trump da

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî ragihand ku hevdîtinên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de wê di 12ê Nîsanê de li Omanê dest pê bikin.

Erakçî di peyama xwe ya ku li ser hesabê Xê yê medyaya civakî parve kir da wiha got, "Îran û DYA wê roja şemiyê li Omanê di hevdîtinên nerasterast ên di asta bilind de bên bal hev. Ev yek hem îmkanek e û hem jî îmtîhanek e. Top li qada Amerîkayê ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku sala 2018an bi awayekî yekalî welatê xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişandibû, meha borî nameyek ji rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî re şandibû û tê de daxwaza danûstandinên rasterast ên atomî bi Îranê re kiribû.

Îranê jî bi rêya Omanê bersiva nameyê da, ku tê de gef jî hebûn û ragihand ku ew rasterast di bin gef û zextê de danûstandinan nakin û tenê ji bo danûstandinên nerasterast amade ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî doh li Tehranê di civîneke rojnamevaniyê de ragihandibû, ku ew li benda biryara Washingtonê ya derbarê formata danûstandinên nerasterast de ne.

Bekayî gotibû ku ji bo navbeynkariyê namzedê sereke Oman e.

Serokê Amerîkayê Trump doh li Qesra Spî di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re diyar kiribû ku hevdîtinên rasterast di navbera Îran û Amerîkayê de wê roja Şemiyê bên kirin.

Trump got ku ger lihevkirin çênebe wê Îran bikeve xetereke mezin.

 
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.