Wezareta Bazirganî ya Iraqê: Hêjmara bazirganiya bi Tirkiyê re 14 milyar dolar derbas kiriye

Wezareta Bazirganî ya Iraqê: Hêjmara bazirganiya bi Tirkiyê re 14 milyar dolar derbas kiriye

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Bazirganî ya Iraqê Muhammed Hanûn ragihand ku rêjeya bazirganiya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de salane gihîştiye 14 milyar û 891 hezar dolarî.

Henûn got, Serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî Wê di rojên pêş de bi serdaneke fermî serdana Tirkiyê bike.

Hanûn da zanîn, "Di heman demê de li Enqereyê jî amadekariyên serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Bexdayê dewam dikin."

Berdevk Hanûn diyar kir ku ev serdan wê ji bo pêşxistina têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û gihandina wan bo astên nû girîng bin.

Hanûn destnîşan kir ku qebareya bazirganiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê ya salane da gihîştiye 14 milyar û 891 hezar dolarî û destnîşan kir ku armanca aliyan ew e ku vê qebareyê hê zêdetir bikin.

Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê Hanûn bal kişand ser têkiliyên dîrokî û aborî yên her du welatan û got, "Em dixwazin ji tecrubeyên Tirkiyeyê yên di beşên cuda de sûdê werbigirin."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 22ê Nîsana 2024an de serdana Iraqê kiribû û di navbera aliyan de 24 peymanên lihevkirinê hatibûn îmzekirin.

Li gorî daneyên Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê, qebareya bazirganiyê ya ku ji 14 milyar dolarî derbas dibe, ji bilî neft û berhemên wê, pevguhertina mal û xizmetguzariyan pêk tîne.

 
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.