Operasyona Kampa Roj bi dawî bû: Tunelek hat dîtin, 16 DAIŞî hatin girtin

Operasyona Kampa Roj bi dawî bû: Tunelek hat dîtin, 16 DAIŞî hatin girtin

PeyamaKurd - Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, operasyona li kampa Holê, ku malbatên DAIŞê lê dimînin, piştî 3 rojan bi dawî kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ragihand ku operasyona di 5ê Nîsana 2025an de dest pê kiribû, bi dawî bûye 16 çekdarên DAIŞê û hevkarên wan hatine girtin.

Herwiha di operasyonê de, alavên pêşketî yên têkilîdanînê hatine desteserkirin û tuneleke veşartî ya derveyî kampê jî hatiye dîtin.

Hate ragihandin ku armanca wê operasyonê astengkirina şaneyên DAIŞê bû ku hewl didan xwe ji nû ve birêxistin bikin û îdeolojiyên xwe yên tundrew li ser biçûk û mezinan ferz bikin.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.