Destana Korê ya Pêşmergeyên Kurdistanê: 34 sal derbas bûn

PeyamaKurd - Destana Korê, yek ji wan destanên tijî serbilindî yên Pêşmergeyên Kurdistanê ye ku guhertineke dîrokî ya mezin di şerê piştî Raperînê ya tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de pêk anî.
Sala 1991ê, piştî ku leşkerê Beisê êrîşî Kurdistanê kir û Hewlêr dagir kir, dixwest ji gundê Pîrmamê ber bi Şeqlawe, Akrê, Soran û deverên din ve bi tank, top û helîkopteran êrîşên xwe bidomîne.
Ji 7ê heta 11ê Nîsana 1991ê, li Derbenda Korê şerekî giran çêbû. Pêşmerge, bi çekên kêm lê bi vîna xurt, li hember leşkerê Beisê ku bi tank û topan hatibû, şerê man û nemanê kir û bi emrê Serok Barzanî xeta parastinê ya xurt ava kir.
Di encamê de tank û topên leşkerê Beisê hatin têkşikandin û gelek çek û cebilxane ji leşkerê Iraqê li erdê man. Di 11ê Nîsanê de Pêşmergeyan bi serketin û leşkerê Iraqê neçar bû paşve bikişe.
Destana Korê bi xwîna gelek Pêşmergeyan hat tomarkirin; ew xwîna ku bû bingeha avakirina Kurdistanê û jiyaneke aram ji bo gelê wê.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




